Serexoşî….
Findi.Info
Bi xem û kovan, me nûçê wexerkirina herdû nivîskarên kurd, dostên malbata me (Hafiz Qazî) û (Segvan Ebdulhekîm) bihîst, wexerkirina nivîskarên navbirî xemeka mezin di dilê me de hişt, û valatîyeke mezin xistine dîwana nivîskariiya kurdî de bi giştî û ya devera behdînan de bi taybetî.
Hêjayî gotinê ye ku nivîskarên hêja xodan serboreke pirî xizmet bûn di warê nivêsînê de, her wesa camêrîya wan ya aşkira û rûn bû li hember xelkî nexasime hember dost u hevalên xwe ku ev çende çi cara nayê jibîr kirin û dê her miiniin zindî di nava çivakê kurdî û dost û hevalên xwe de.
Binavê malbata Findî û bi dilekê xemgîn, serexweşîyên xwe arasteyî malbatên herdû nivîskarên hêja dikeyin, û hîvîxazîn xwede bihin firehîyê bi de wan û nivîskaran jî bi behişta xwe ya berîn şad bike.
îna lîlah û îna îleyîhî racî’on
Malbata Findî
(Duhok 10.03.2010)
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق